Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di şeva 16emîn de xwepêşandanên berfireh hatin kirin

Li Sine, Kirmaşan û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê di şeva 16emîn de, xwepêşandanên berfireh ên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi îşkenceyê hatin kirin

03.10.2022, Pts - 07:47

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di şeva 16emîn de xwepêşandanên berfireh hatin kirin
Nuçe Belav bike

Li Sine, Kirmaşan û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê di şeva 16emîn de, xwepêşandanên berfireh ên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi îşkenceyê hatin kirin. Her wiha li bajarên Tehran, Qum, Îsfehan, Kerec û Meşhedê û çend bajarên parêzgeha Sîstan û Belûcistanê jî xwepêşandan hebûn.

Li Kirmaşan û Sineyê di xwepêşandanan de nîşan û hêmayên Komara Îslamî ya Îranê û berpirsên wê hatin şewitandin.

Li Tehranê jî li navçeya Welî Esr û li Metroyan xwepêşadanên mezin birêve çûn.

Her wiha şeva borî hêzên ewlehiyê yên Îranê Zankoya Şerîf a li Tehranê dorpêç kirin û bi awayekî tund nerazîtiya xwendekaran tepeser kirin. Pişt re tûr xistin serê beşeke xwendekaran û ew xistine nav mînîbusan û birin. Her wiha hat diyarkirin ku di aloziyan de teqeyeke zêde hatiye kirin.

Piştre xelk agahdarî wê rewş bû, di torên civakî de bang xelkê Tehranê hate kirin ku bi hawara xwendekaran de biçin. Sedan otomobîl bi rê ketin û çûne nêzîkî zankoyê. Xelkekî zêde zanko dorpêç kirin û dest bi xwepêşandanê kirin.

Heta niha jî nayê zanîn ka di nava zankoyê de çi qewimiye lê di dîmenan de tê xuyakirin û bihîstin ku dengê teqeyeke zêde tê, hejmareke xwendekaran tên desteserkirin.

Li gor zanyariyan, xelkê hejmarek xwendekar ji destên hêzên ewlehiyê rizgar kirine.

Rewşa Zankoya Şerîf a li Tehranê heta serê vê sibehê jî ne asayî bû.

Ajansa fermî ya Hikûmeta Îranê ragihand, xwendekar ji zanîngehê hatine derxistin lê xelk li derdora zankoya civiyaye. Li gorî ajansa Hikûmeta Îranê, polîs gaza rondikrêj li dijî xelkê bikar aniye da ku belav bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x