Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê berdewam in

Li Sine, Tehran, Tewrêz, Isfehan û Zahidanê xwepêşandan û nerazîtî wek rojên berê berdewam kirin.

22.10.2022, Cts - 07:08

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê berdewam in
Nuçe Belav bike

Di 36emîn roja xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, li bajarê Sineyê ciwanan rêbend danîn û dirûşmên li dijî desthilatê gotin. Her wiha li çend navçeyên cuda yên paytexta Îranê jî bi dirûşmên li dijî desthilata Îranê xwepêşandan berdewam bûn.

Cihekî din ê nerazîtiyan jî li Isfehanê serî hilda. Di demên şevê de, bi şeypora fûtbolê dengê nerazîtiyê hat bilindkirin.

Li Tewrêz li ser banga Ciwanên Taxan ên wî bajarî hejmareke xelkê daketin ser cadeyan û xwepêşandan kirin.

Her wiha Li Sîstan û Belûçistanê jî xwepêşandanên girseyî li ser cadeyên bajarê Zahidanê birêve çûn.

Pêşnimêjê Zahidanê û kesayetiyê diyar yê Sune mezhebên Îranê, Mewlewî Ebdullhemîd, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi berpirsê komkujiya roja 30ê meha derbasbûyî li Zahidanê da zanîn ku herî kêm 90 xwepêşander di çend demjimêran de hatin kuştin. Belûçan ew roj weke Îna bixwîn bi nav kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x