Li Sineyê 3 çalakvanên karkeriyê hatin cezakirin

Sê çalakvanên karkeriyê bi tohmeta hewldan li dijî ewlehiya netewî ya Îranê ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Sineyê ve bi 51 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

20.07.2023, Per - 12:13

Li Sineyê 3 çalakvanên karkeriyê hatin cezakirin
Nuçe Belav bike

Li gor Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê; Ebdullah Xeyrabadî, Îqbal Pîşkarî û Îqbal Şabanî bi endamtiya Komeleyê û bi vê yekê dijberiya ewlehiya neteweyî ya Îranê hatine tohmetbarkirin.

Ew her sê çalakvanên Kurd di meha duyemîn a bihara îsal de tevî 6 çalakvanên din ên karkeriyê hatibûn desteserkirin. Sê ji karkeran beriya niha 39 meh cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Li gor agahiyan, dadgehê bo Ebdullah Xeyrabadî 9 meh, Îqbal Pîşkarî salek û Îqbal Şabanî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê daye.

Ew çalakvan di bihara îsal de serdana malbata Humen Ebdullah, yek ji qurbaniyên xwepêşandanên par ên li Sineyê kiribûn, lê piştî serdanê hatibûn desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x