Li Sineyê xortekî Kurd ê 21 salî hat kuştin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê berdewam in û şevê din di encama teqeya hêzên ewlekariyê yên Îranê de xortekî Kurd ê 21 salî canê xwe ji dest da.

08.12.2022, Per - 09:43

Li Sineyê xortekî Kurd ê 21 salî hat kuştin
Nuçe Belav bike

Şeva Çarşembê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî desthilatê berdewam bûn.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê tevî ku roja Çarşembê ji ber greva seranserî piraniya dikanan û bazar girtî bûn, bi şev xwepêşandan jî hat lidarxistin.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, şevê din li Taxa Hesen Ava ya Sineyê xwepêşandan hatiye lidarxistin û di encama gulebarana hêzên Îranê de xortekî 21 salî yê Kurd ê bi navê Hûmen Ebdullahî canê xwe ji dest daye.

Hûmen Ebdullahî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyeke bajêr, lê ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest daye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwecê ye, roja Çarşembê ragihand ku di xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 473 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, ku 64 ji wan temenê wan jêr 18 salî û zarok in.

Li gor heman rêxistinê, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 61 kes ji hêzên ewlekariyê yên Îranê jî di pevçûnan de hatine kuştin.

Li gor heman rêxistinê, di 82 rojên bihorî de li 159 bajarên Îranê xwepêşandan hatine lidarxistin û tê texmînkirin ku 18 hezar û 227 kes jî hatibin desteserkirin ku nasnameya 3600 kesan hatiye piştrastkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x