Li Urmiyê 1 jê jin 6 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin

Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê 6 girtiyên Kurd hatin îdamkirin ku 5 ji wan bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber û yek ji wan jî bi tohmeta “sîxurî ji bo dezgeha îstixbarata Îsraîlê” hatine bidarvekirin.

17.03.2023, Cum - 06:44

Li Urmiyê 1 jê jin 6 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin
Nuçe Belav bike

Li gorî rêxistên mafên mirovan ê Rojhilatê Kurdistanê îro berdestî sibe Fruher Ebas Nejadî ê 40 salî ji Gundê Goçarî Tîrgewere, Selîm Eyubiyan ê 37 salî ji gundê Miwanay ê navçeya Mergewerê, Cehanbexş Radloyî ji Gundê Qqçeqel ê navçeya Soma, Yasîn Reîşîdî ji Gundê Kelor û Husen Umerê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatin bidarvekirin.

Welatiyê Kurd ê bi navê Nesîm Niyazî yê ji Kerecê ku li rêxistinên mafên mirovan ve bi tohmeta "sîxuriya ji bo Mossadê" tê sûcdarkirin jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li gel 5 girtiyên din jî hatiye darvekirin.

Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, şeva borî bi dehan kes ji xizmên kesên ku hatine bidarvekirin li ber girtîgeha Urmiyê kom bûne.

Bi sêdaredana 6 zilaman, niha li ser doza Mihêdîn Îbrahîmî yê ku bi tawana çalakiyên çekdarî li dijî desthilata Îranê û endambûna partiyeke Rojhilatê Kurdistanê di Mijdara 2017an de hatibû binçavkirin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn Cezayê wî ji aliyê Desteya Bilind a Dadwerî ya Îranê ve hatiye erêkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ew girtî ji roja Çarşemê ve bo hucreya takekesî hatiye veguhestin.

Mihêddîn Îbrahîmî xelkê gundê Alkawe yê Şinoyê ye, di sala 2017an de birayê wî Nûredîn ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 654 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x