Li Urmiyê 3 welatiyên Kurd hatin girtin

Di dema çend rojên borî de, 3 welatiyên xelkê bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin girtin, mamostayekî olî jî bi tohmeta alîkariya li gel partiyên Rojhilatê Kurdistanê cezayê zîndankirinê bi ser de hat sepandin.

17.06.2023, Cts - 18:04

Li Urmiyê 3 welatiyên Kurd hatin girtin
Nuçe Belav bike

Hêzên Îran 13ê vê mehê, du welatiyên xelkê navçeya “Soma û Biradostê” yên bi navên Siyaweş Qesabiyan û Omîd Dasar hatine girtin, rojekê piştî wê, birayekî Omîd bi navê Ferîd Dasar hate girtin. Heta niha sedema girtinê û cihê ku ew lê tên ragirtin ne diyar e.

Herweha mamosteyê olî Zana Xuşamen ê şêniyê gundê Peswê yê ser bi bajarê Pîranşarê du sal û mehekê cezayê zîndanê bi ser de hat sepandin. Tohmeta hewldan dijî asayîşa nîştimanî û endametiya yek ji partiyên dijberên Komara Îslamî ya Îranê bi ser wî de hatiye sepandin.

Li gorî rapora malpera mafê mirov a Hengaw hêzên emnî 54 welatiyên Kurd girtine, tohmeta wan 30 kesan çalakiyên siyasî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:01:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x