Li Urmiyê 4 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin

Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatin bidarvekirin.

10.03.2023, Cum - 12:10

Li Urmiyê 4 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa mafê mirovan a Kurdpayê, îro danê sibê 4 girtiyên Kurd ku berî niha bi tawana bazirganiya madeyên hişber bi bidarvekirinê hatibûn sizadan, li girtîgeha Urmiyê de hatin bidarvekirin.

Li gorî ajansê, girtî ji roja Sêşemê ve ji girtiyên din hatine veqetandin û bo hucreya takekesî hatine veguhestin. Hate zanîn ku 3 ji wan girtiyan xelkê Selmas û Nexede yên parêzgeha Urmiyê ne.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, di her du mehên destpêkê yên sala 2023an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 94 kes ku 14 ji wan Kurd in, hatine bidarvekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x