Li Urmiyê di xwepêşandanan de ciwanekî 23 salî jiyana xwe ji dest da

Li Bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandana li dijî canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî de ciwanekî 23 salî hat kuştin.

21.09.2022, Çar - 06:57

Li Urmiyê di xwepêşandanan de ciwanekî 23 salî jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanekê de ciwanê bi navê Fercad Derweşî yê 23 salî bi teqeya hêzên emnî yên Îranê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, xwepêşandan û nerazîbûn heta niha berdewam dikin.

Li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhastin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nerazîbûn û xwepêşandan destpê kiribûn ku heta niha jî berdewam in.

Rayedarên fermî yên Îranê îdia kiribûn celte li keça Kurd Jîna Emînî daye, lê bavê wê Emced Emînî bi rêya Rûdawê ev îdia red kiribû.

Di 4 rojên bihorî de li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kirmaşan, Ciwanro, Urmiye, Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino û Mako yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Kerec, Reşt, Sarî, Gorgan, Tewrêz, Kirman, Îsfehan, Yez, Meşhed, Kîş û hin cihên din ên Îranê jî li dijî bûyera desteserkirin û canjidestdana Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşanderan de li gor zanyariyên destpêkê, 5 kesên din canê xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kesan birîndar bûne, herwiha bi dehan kes jî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x