Li Urmiyeyê endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di pevçûneke çekdarî de endamekî wan li navçeyên sînorî yên bakurê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

09.08.2023, Çar - 08:53

Li Urmiyeyê endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin
Nuçe Belav bike

Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî li navçeyên sînorî yên Çaldiranê ku dikeve bakurê Urmiyeyê, di pevçûneke çekdarî de endamekî wan hatiye kuştin.

"Ji aliyê kesên ‘dijî şoreşê’ ve hatiye kuştin"

Di daxuyaniya Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran de hate gotin:

“Pasdar Emîr Hisîn Salihiyan di dema pêkanîna erkekî taybet de li eniya Yûsif Avayê ya Çaldiranê ji aliyê kesên ‘dijî şoreşê’ ve hatiye kuştin.”

Supaya Pasdaran amaje bi navê wî aliyê çekdar nekiriye ku pevçûn pê re çêbûye.

Li navçeyên bakurê parêzgeha Urmiyeyê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) çalak e lê belê PJAKê derbarê bûyera Çaldiranê de ti daxuyanî nedaye.

Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran gefa wê yekê xwar ku dê tola wî endamê xwe hilde û got ku dê merasîma cenazeyê endamê wan îro li navenda bajarê Çaldiranê bê kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x