Li Urmiyeyê welatiyek hat îdamkirin

Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê welatiyek bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hat îdamkirin.

18.04.2024, Per - 09:06

Li Urmiyeyê welatiyek hat îdamkirin
Nuçe Belav bike

Afşîn Bax Şîrînê 39 salî yê ji bajarê Kengewerê yê Kirmaşanê li Urmiyeyê hat bidarvekirin.

Ew rojek beriya bidarvekirinê bir hucreyeke yekkesî û 13ê Nîsanê hat îdamkirin.

Afşîn Bax Şîrîn 6 sal berî niha li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta qaçaxçitî û bazirganiya madeyên hişbir ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê piştre cezayê bidarvekirinê li wî birî.

Li gorî ajansa Rêxistinên Mafên Mirovan a Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di 3 mehan de 114 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Rêxistinê ragihand ku par 823 girtî ku 151 jê Kurd in, di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine bidarvekirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty), Îran piştî Çînê di rêza duyemîn a herî zêde ya bidarvekirina salane de ye.

Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x