Mamosteyekî zimanê Kurdî yê Rojhilatê Kurdistanê cezaya 11 sal zîndan lê hate birîn

Mamosteyekî zimanê Kurdî li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, cezaya 11 sal zîndan lê hate birîn.

04.12.2023, Pts - 07:04

Mamosteyekî zimanê Kurdî yê Rojhilatê Kurdistanê cezaya 11 sal zîndan lê hate birîn
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan “Hengaw” ragihand, mamosteyê zimanê kurdî û endamê Desteya Rêveber a Encûmena Çandî û Civakî ya Nûjîn, Seywan Îbrahîmî, cezaya 11 sal zîndan ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve lê hate birîn.

Li Liqê Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê bi hinceta “grûp ji bo têkbirina ewlehiyê ava kiriye” bi 10 salan û bi tometa “propaganda li dijî hikûmetê kiriye” jî salek cezayê zîndanê li Seywan Îbrahîmî hatiye birîn.

Mamosteyê zimanê kurdî Seywan Îbrahîmî, 4 meh berê di dozeke din de, bi 40 qamçiyan hatibû cezakirin.

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî jî ku hevjîna Seywan Îbrahîmî ye, sala borî bi heman hincetan, 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê piştre efûya giştî jê re hat dayîn û hat azadkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x