Mamosteyekî zimanê Kurdî li Sineyê hat desteserkirin

Hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê desteser kirin.

18.12.2022, Paz - 18:17

Mamosteyekî zimanê Kurdî li Sineyê hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Yekşembê 18ê Kanûnê demjimêr 14:00 hêzên emnî yên Îranê, Îdrîs Minberî Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê desteser kirine û dest bi ser laptop û kelûpelên wî yên taybet de girtine.

Îdrîs Minberî ji damezrînerên Encûmena Çandî-Civakî ya Nûjînê û yek ji endamên Desteya Rêveber a wê encûmenê û herwiha mamozteyê zimanê Kurdî ye.

Encûmena Nûjînê di sala 2010an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin û navenda wê li Sine ye, lê şaxên wê encûmenê li bajar û bajarokên wê parêzgehê heye.

Çalakiya sereke ya encûmenê fêrkirin û perwerdeya zimanê Kurdî ye, lê belê çalakiyên çandî û hunerî jî dike û jibo pêşxistina çanda Kurdî hewl dide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:59:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x