Mesrûr Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê dibe fakterê aramiya navçê

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê bi aştî û aramiya navçê dimîne û Kurdistanekî serbixwe dibe faktera aramiya zêdetir ya navçê.

01.02.2017, Çar - 08:13

Mesrûr Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê dibe fakterê aramiya navçê
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di çarçoveya pêşwazîkirina li Balyozê Hingarya li Iraqê Attila Tarr de tekezî li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê bi aramiya navçê dimîne.

Di hevdîtinê de, komek pirs, ji nava wan pêwendiyên di navbera Hingarya û Herêma Kurdistanê û hevkariya leşkerî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya perwerdekirina Pêşmerge ji aliyê tîma perwerdeyê ya Hingaryayê hate kirin. Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî ji bilî destxweşîkirina li tîma artêşa Hingaryayê ragihand, Herêma Kurdistanê bi aştî û aramiya navçê dimîne û Kurdistanekî serbixwe dibe faktera aramiya zêdetir ya navçê.

Di hemberê de, Balyozê Hingarya li Iraqê Attila Tarr ji bilî dupatkirina li aramiya Herêma Kurdistanê ku cihê girîngîdana welatê wî ye, ragihand ku, welatê wî di perwerdekirin û karkirina bo zêdekirina hevkariyên leşkerî bo Pêşmerge berdewam dibe.

Di beşeke din ya hevdîtinê de, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi pêşketinên ku di şerê li dijî DAIŞê li Mûsilê bidest ketine kir û ragihand, di çar mehên operasyona rizgarkirina Mûsilê de, DAIŞê hejmareke mezin ji çekdaran jidest daye û ji rûxan û jinavbirinê ve nêzîk bûye.

Her di wê hevdîtinê de, guftûgo derbarê bihêzkirin pêwendiyên di navbera Hingarya û Herêma Kurdistanê hate kirin, Attila Tarr jî ragihand: “Em li ser bihêzkirina dostaniya hevbeş de rijd in û Herêma Kurdistanê dikare di warên cuda de piştê xwe bi me bibeste.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:42:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x