Milîsên Heşda Şeibî hêzên Pêşmergeyan topbaran dikin

Pêşhateke metirsîdare û çendîn care li ser vê yekê Bexda hatiye agahdarkirin

26.01.2017, Per - 19:15

Milîsên Heşda Şeibî hêzên Pêşmergeyan topbaran dikin
Nuçe Belav bike

Milîsên Heşda Şeibî li sînorê Şîngalê hêzên Pêşmergeyan topbaran dikin û fermandeyên Pêşmergeyan jî eşkere dikim ku çendîn care me Bexda agahdar kiriye lê belê ew hêze berdewame li binpêkirina peymana di naveber Bexda û Hewlêrê de.

Li gor agahiyên ku li fermandeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ketiye distê BasNewsê de, hêza Heşda Şeibî çendîn care ku çeperên Pêşmergeyan li eniya rojhilata Şingalê de topbaran dikin.

Yek li wan fermandarane tekezî dike ku cara dawiyê îro(26.01.2017) çeperên Pêşmergeyan ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye topbarankirin.

Wan fermandarane ev yeke jî eşker kirin ku çandîn care li ser vê yekê Bexda hatiye haydarkirin û her cende jî ku Bexda soza çareserkirina vê yekê didin, lê topbarankirin her dubare dibin.

Fermandeyên Pêşmergeyan vê yeke bi pêşhateyeke metirsîdar û binpêkirina rêkeftina naver Hewlêr û Bexdayê dizanin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1096 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:05:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x