Mustafa Ozçelîk: PDK-î li ser rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed rû bi rûyî berpirsyarîyeke neteweyî û dîrokî ye

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Ozçelîk:Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li ser rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed rû bi rûyî berpirsyarîyeke neteweyî û dîrokî ye

07.09.2022, Çar - 09:11

Mustafa Ozçelîk: PDK-î li ser rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed rû bi rûyî berpirsyarîyeke neteweyî û dîrokî ye
Nuçe Belav bike

Li ser navê Rojnameya Agirîyê ya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, rêzdar Hesen Mukerem, di derbarê yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê da , bi Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) rêzdar Mustafa Ozçelîk ra hevpeyvînek kir.

Hesen Mukerem (Rojnameya Agirî ):Silav û rêz rêzdar Mistefa Oizçelîk di destpêkê de hûn yekgirtina herdu baskên Hizba Demokratan çawa dinirxînin

Mustafa Ozçelîk: Em bi dilxweşî pêşewazîya yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat dikin; em rêzdaran kak Mustafa Hicrî, kak Xalid Ezîzî û hemû rêvebir û endamên herdu baskên Hizba Demokrat bi dil û can pîroz dikin. Di demeke ku rîsk û xeterî li gel şans û firsendên dîrokî bi hevdu ra li ber derîyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ne, yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat, rol û girîngîyeke taybetir û dîrokî dilihîze.Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li ser rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed rû bi rûyî berpirsyarîyeke neteweyî û dîrokî ye. Yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat dê ji bicîhanîna vê wazîfe û berpirsiyarîya dîrokî ra rê xweştir bike.

Hesen Mukerem (Rojnameya Agirî ): Bi nerîna we, yekgirtina herdu baskên Hizba Demokrat çi bandorek bona ji hev nêzîk kirina partiyên din yên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê de hedibe?

Mustafa Ozçelîk:Di dîroka Kurdistanê da, tu demê wek vê dema ku em tê da dijîn, her çar perçeyên Kurdistanê di vê astê da tesîr li hevdu nekirine. Xweşî û serkeftineke perçeyekî jî, êş û nexweşîyeke perçeyekî jî bi berfirehî tesîra xwe li perçeyên din dikin. Ji ber vê rastîyê, yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat, ne bes li Rojhilatê Kurdistanê, herweha li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, bûye cîhê dilxweşîyê, bayekî hêvî û bawerîyê belav kirîye. Ev tecrube ji bo her çar perçeyên Kurdistanê jî nimûneyeke hêja ye ku, pêwîstîya yekbûna hizbên wek hev derdixe pêş. Li her perçeyekî Kurdistanê, hemû hizb û rêxistinên ku wek bername, wek rêbaza sîyaset û xebatê wek hev in, divê di nav yek partîyê da bibin yek û ev tecrubeya herdu baskên Hizba Demokrat jî vê îspat dike ku, gava ku xwestin û dilsozî hebe, tu tişt nikare li ber yekbûnê bibe asteng. Herweha yekbûna herdu baskên Hizba Demokrat, ji bo hevkarî û tifaqên neteweyî, niştimanî yên li her perçeyekî Kurdistanê jî rê xweştir dike, vê pêwîstîyê zêdetir derdixe pêş.

Hesen Mukerem (Rojnameya Agirî ): Rêzdar Mistefa Ozçelîk cudahî kevtina di nav partiyên Kurdî de çi xisarekê li tevgera rizgariya gelê Kurd dixe?

Mustafa Ozçelîk: Gava ku me partîya xwe PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) ava kir , me ji bo Bakurê Kurdistanê rêbazek da ber xwe. Me got ‘’Yên wek bername û sîyaset û rêbaz wek hev in, nêzî hevin divê di nav yek partîyê da bibin yek. Yên ku di nav yek partîyê da nikaribin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin. Yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê da bin.Yên nikarin dîyalogê jî bi hev ra bikin, bila dijminatîya hev jî nekin’’. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî partîyên ku wek hev in û divê bibin yek, gava ku vê yekbûnê pêk neynin, hêza xwe jî, hêza giştî ya neteweyî jî, lawaz dikin. Partî û rêxistinên ku divê tifaq û hevkarîyên neteweyî, niştimanî pêk bînin, gava ku vê watinîya xwe bicîh neynin, azadî ,rizgarî û serxwebûna her perçeyekî Kurdistanê zêdetir bi paş dikeve. Bêtifaqî, cudahî gelê me jî bêhêvî dike, doza niştimanî lawaz dike,nahêle ked û bedel û xebata bi dehan salan geştir û xurtir bibe. Bêtifaqî herweha hişmendî û bawerîya neteweyî jî lawaz dike. Bêtafaqî, di qada nevneteweyî da jî, bêbawerîyekê çêdike û peywendî û destkeftinên dîplomasîyê lawaz dike. Bêtifaqî rê dide ku xêrnexwaz û dijminên gelê me , ji vê bêtifaqîyê feydê bigirin, nakokîyên nevxweyî kûrtir bikin, bi alîyên me yên lawaz bilihîzin. Bêtifaqî rê dide ku, temenê dagirkerî yê, neheqîyê û tune hesibandina mafên neteweyî yên miletê me dirêjtir bikin, azadîya welatê me paşdetir bikeve.

Hesen Mukerem (Rojnameya Agirî ): Rêzdar Mistefa Ozçelîk, yekgirtina Partiya Demokrat li Rojhilatê Kurdistanê çi bandorekê li ser dagîrkerên Kurdistanê he ye?

Mustafa Ozçelîk: Yekgirtina herdu baskên Partiya Demokrat li Rojhilatê Kurdistanê, hêvî û bawerî û hêza hişmendîya niştimanî dê xurtir bike. Ji ber vê jî, berîya her tiştî ev yekbûna tirseke mezin dê bixe dilê Rejîma Îslamî ya Îranê.Yekbûna herdu alîyen Hizba Demokrat nîşan û destpêk û mesaja vejîneke nû ye. Ev vejîna jî xof û tirsekê dixe dilê Dewleta Îranê. Yekbûna herdu alîyen Hizba Demokrat li Rojhilatê Kurdistanê dê rêya tifaqa neteweyî xweştir bike, dê hêza niştimanperweran xurtir bike. Ev jî dê darbeyeke mezin be li ser Dewleta Îranê. Yekbûna herdu alîyen Hizba Demokrat dê li qada navneteweyî da dostên kurdan zêdetir, dijminên wan kêmtir bike, dê hêza kurdan xurtir bike. Ev jî dê dîsa darbeyeke mezin be li ser Dewleta Îranê. Li kîjan perçeyekî Kurdistanê da Kurd di nav xwe da tifaqekê çêbikin, destkeftinekê bidest bixin, ev dê destkeftina hemû kurdên cîhanê be, herweha dê şikesta her çar dewletên dagirker be. Îro dewletên dagirker ji bo rê li ber pêşketin û destkeftinên her perçeyekî Kurdistanê bigirin, bi tifaqeke pir alî ,plan û hewl û êrîş û sîyaseteke hev beş a li dijî kurdan dimeşînin. Ji ber vê yekê jî yekbûna herdu alîyen Hizba Demokrat li Rojhilatê Kurdistanê , ne di berjewendîyên her çar dewletên dagirker da ye û dê zerarê bide planên wan ên xêrnexwaz.

Hesen Mukerem (Rojnameya Agirî ): Dawîn pirs Rêzdar têkliyên we digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê çawa in?

Mustafa Ozçelîk: Em wek PAK, rêbaz û wasîyet û têkoşîna Pêşewa Qazî Mihemed wek rêbaz û têkoşîna xwe dibînin. Em Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî wek şehîdên xwe dibînin . Em, Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê wek partîyeke bira û dost dibînin. PAK partîyeke 8 salî ye, lê kadirên ku PAK ava kirine, 30,40,50 salin ku li Bakurê Kurdistanê bi bedelên mezin, têkoşîna azadî , rizgarî û serxwebûna Kurdistanê meşandine. Bi salene ku, di astên cuda cuda da, peywendîyên van kadiran bi Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê ra hene.Piştî ku me PAK damezrand, peywendîyeke me ya germ, dostane û birayane bi PDK Îranê ra hatîye hûnandin. Gelek caran me di asta herî bilind da hevdîtin çêkirine. Peywendîyeke me ya berhemdar û baş heye. Em wek PAK partîyeke Bakurê Kurdistanê ne. Lê em xwe alîkar û piştgirên doza azadîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê jî dibînin. Em daxwazkar û piştgirên hevkarî, tifaq û yekbûnên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:07:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x