PAKê li Hewlêrê Seredana PAK a Rojhilatê Kurdistanê Kir

Endamê Komîteya Bireveberîya Navendî (KBN)ya PAKê Orhan Kaya roja 10.01.2017an, li Hewlêrê, bi minasebeta sersaxîyê, seredana PAK a Rojhilatê Kurdistanê kir

10.01.2017, Sal - 18:55

PAKê li Hewlêrê Seredana PAK a Rojhilatê Kurdistanê Kir
Nuçe Belav bike

Endamê Mekteba Siyasî û nûnerê Başûrê Kurdistanê yê PAK a Rojhilatê Kurdistanê Xelîl Nadirî pêşewazîya Orhan Kaya kir.

3 Pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê di roja 07.01.2017an , li Kerkûkê bi êrîşeke terorî ya DAIŞê hatibûn şehîd kirin.

Endamê KBN ya PAKê Orhan Kaya, di vê seredanê de, piştgirîya Partîya me jibo birayên me Yên Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û sersaxî ji PAKê, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Endamê Mekteba Sîyasî û nûnerê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Xelîl Nadirî ji ber vê seredanê û piştgirîya PAKê spasîya Orhan Kaya kir.

Herweha Orhan Kaya silav û peyama sersaxîyê ya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî gîhand serkirdayetîya PAK a Rojhilatê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x