PDK-Î: Divê hemû partiyên kurd bi hev re pêşengtiya rizgariya Kurdistanê bikin

Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî ji bo konferansa navneteweyî ya kurdan ku duh li Moskowê hatibû lidarxistin, peyamek şand û di peyama de got, "Kurd yek netew e, Kurdistan yek welat e. Her partî û saziyên kurdan bêyî destwerdana karûbarên perçeyên din ên Kurdistanê bikin,divê li ser bingeha berjewendiya netewî bi hev re kar bikin."

16.02.2017, Per - 07:27

PDK-Î: Divê hemû partiyên kurd bi hev re pêşengtiya rizgariya Kurdistanê bikin
Nuçe Belav bike

Duh roja 15ê Sibatê li bajarê Moskowê yê paytexta Rûsyayê konferanseke navneteweyî ya kurdan hat lidarxistin û gelek partî û saziyên kurdan ji bo vê konferansê hatibûn vexwendin. Yek ji wan partiyan Partiya Demokratîk a Kurdistanê — Îran (PDK-Î) bû û li ser vê partiyê sekreterê wê yê giştî Mistefa Hicrî peyamek şand konferansê.

Hicrî di peyama de balkişand ser guhertinên li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li rewşa gelê kurd û ev tişt gotin, "Guhertinên li herêmê pêk tên bandorê li ser qedera gelê kurd dike. Ji ber vê yekê divê her aliyekî Kurdistanê di asta berpirsyariya siyasî û netewî de hewil bide û têbikoşe. Divê her hêz û saziyên siyasî û civakî yên Kurdistanê di çarçoveya berjewendiyên netewî û rizgariya gelê Kurdistanê de pêkanîna yekrêzî û hevkariyê di navbera xwe de bikin armanc."

Mistefa Hicrî balkişand ser ku guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên ji bo kurdan him dikare bibe derfet him jî dikare bibe gef û metirsî. Di vê derbarê Hicrî wisa berdewam kir: "Partî û hêzên Kurdistanî ji bo karibin van guhertinan bikin derfet, beriya her tiştî divê rêzgirtina ji hev re û qebûlkirina hevdu bikin xala sereke. Divê her partî û sazî ji qebûlnekirin, destwerdan û dijberiya hev dûr bisekinin û bi şêweyekî netewî û demokratîk bi hev re pêşengtiya tevgera rizgariya Kurdistanê û bidestxistina serweriya netewî bikin."

Hicrî di peyama xwe de got, "Di şert û mercên niha de her partiyek Kurdistanê dikare heta astekê peywendiyên taktîkî ligel dewletên dagirker deyne lê dema ku ew peywendî zirarê bide strateji û xebatên partî û saziyên wê perçeyê Kurdistanê û ne di xizmeta gelê kurd û yekîtiya netewî de bei divê were bidawîkirin."

Sekretê PDK-Îyê di dawiya peyama xwe de jî got ger partî û hêzên kurd bi yekîtî û zanebûn tevbigerin, roja wê roja kurdan be û serkeftina kurdan jî nêzîk e.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x