PDK-Rojhilat: Em bersiva terorê bi terorê nadin

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat ango HDK) Xalid Ezîzî got, ew bersiva terorê bi terorê nadin.

21.12.2016, Çar - 11:03

PDK-Rojhilat: Em bersiva terorê bi terorê nadin
Nuçe Belav bike

Sekereterê HDK(Hizba Demokrata Kurdistan) dewleta Îranê bi teqînên Koyê tometbar kir.

Sekreterê HDKê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku bikirên teqînan du peyam ji bo gelê Kurdistanê şendine ku yek ji wan hedef giritina Ebdulreheman Qasimlo ye ku di jiyana xwe de hertim ji bo kurdan xebat kir.

Li gor Xalid Ezîzî peyamek din jî hedef girtina pêkvejiyana û biratiya kurd û netewên din di Îranê de ye.

Wî berpisî encamdana teqînê xiste stuyê Îranê û hevdem Îranê wek sedemek di arîşe û nearamiya navçê de nîşan dide û ragihand ku: "Îran fêr bûye ku peyama Qasimlo bi terorê bersiv bide.”

Xalid Ezîzî ragihand ku;”Nexşeya Rojhilatanavîd ber bi guhertinê diçe û tenê rê jî yekrêzî û yek dengiya kurdan di navber partiyên Kurdistana Îranê bi taybet jî di Herêma Kurdistnê de dizane.”

Sekretêtê Giştî yê HDKê Xalid Ezîzî wiha got: “Em bersiva terorê bi terorê nadin dijminên xwe. Komara Îslamî ya Îranê dixwaze aramiyê têk bide. Komara Îslamî ya Îranê karêm terorî dike lê Hizba Demokrata Kurdistanê ji teror û êrişan natirse.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1717 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x