PDKa Rojhilat li ser teqînên Koyeyê daxuyanî da

PDKa Rojhilat derbarê teqînên li pêşiya polîtboruya wê partiyê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir. Di daxuyaniyê de herwiha nasnameya şehîdên teqînan jî hatine aşkerekirin.

21.12.2016, Çar - 07:20

PDKa Rojhilat li ser teqînên Koyeyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Di encama du teqînên ku şeva borî li ber deriyê polîtburoya PDKa Rojhilat (HDK - Hizba Demokrata Kurdistan) rû da, pênc pêşmegeyên PDKa Rojhilat û karmendek asayîşê jî şehîd ketin û çar kes jî birîndar bûn.

Derbarê teqînan de, Polîtboruya PDKa Rojhilat daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Teqîneke terorîstî li nêzîkî yek ji binkeyên polîtboruya partiyê, bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek ji têkoşerên Partiya Demokrata Kurdistanê.

Îşev 19 li ser 20ê Kanûnê (şeva Yelda), derdorê saet 10ê şev di demekê de ku beşdarbûyên merasîma ji dayikbûna Dr. Qasimlû, piştî timambûna bernameyê vedigeriyan malên xwe, du teqînên li dû hev li nêzîkî xala kontrolê ya ber deriyê Kelheya Demokratê çê bûn. Ji ber vê teqînê mixabin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.”

HDKê herwiha di daxuyaniya xwe de nasnameyên kesên şehîd jî aşkere kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, “Elî Qoytasî kadroyê partiyê, Wehab Mîrxizrî, Salar Baqirî û Erselan Ebasniya pêşmergeyên partiyê, Nasir Kerîmî endamê Yekîtiya Lawana Demokratê û Ednan Ebdullah mufewezê Asayişê” şehîd bûne.

PDKa Rojhilat ango HDKê herwiha diyar kir, ku “ji ber bûyera şeva sêşemiyê 2 pêşmergyên wê partiyê tevî 2 polîsên Asayişê birîndar bûne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de, PDKa Rojhilat vê bûyerê şermezar dike û serxweşiyê li malbatên şehîdan dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze.

PDKa Rojhilat destnîşan dike, ku “lêkolîn debarê çawaniya çêbûna bûyerê berdewam e, û Asayiş û dezgehên pêwendîdar li cihê bûyerê amade ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de ew yek jî hatiye gotin, ku PDKa Rojhilat dê di demên pêş de, derbarê bûyerê de zanyariyên berfirehtir bide raya giştî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1969 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x