PDKİ: Em şerê Kurd li dijî Kurd şermezar dikin

Komîsyona Siyasî-Nizamî a PDKÎ derheq şerê di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞ`ê de, daxûyaniyek belav kir.

03.03.2017, Cum - 09:18

PDKİ: Em şerê Kurd li dijî Kurd şermezar dikin
Nuçe Belav bike

PDK-İ di daxuyanîya xwe da şerê birakujî şermezar kir û her du alîyan xwest pirsgirikên xwe bi gotûbêj çareserbikin.

Daxuyanîya PDK-İ weha berdewam e:

Em ji we birêzan daxwaz dikin ku xwe ji alîgirîkirin ji her aliyekî siyasî yên Rojavaya Kurdistanê biparêzin. Siyaseta partiya me, alîgirîkirin ji tu yek li wan aliyên Roajav nîne li dijî aliyeke din.

Em daxwaz dikin ku aliyên siyasî yên Rojava bikarin pirsgirêkên xwe bi rêya gotûbêj û diyaolgê çareser bikin û xwe biparêzin ji şer û pevçûnên çekdarî li dijî hev, heta ku xwîna keç û xortên kurd bi destên hevdu neyê rijandin.

Em şerê kurd ligel kurd û birakujiyê mehkûm dikin, û her di wê demê de jî em bê alî ne di pirsgirêk û nakokiyên navbera partiyên Kurdî de. Lewra em daxwaz dikin ji endam û alîgir û dostên hizbê ku siyasetên PDKÎ berçav bigirin.

Careke din em daxwaz dikin ku diyalog, û lojîka gotûbêj û diyalogê, weke take çareserî bê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1736 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:23:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x