PJAK: Di êrîşa Tirkiyê de 7 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dan

YRKê di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Tirkiyê li dijî wan zêde bûne û tekez kir, ew li hember wan êrîşan bêdeng nabin û dê bersiv bidin.

10.08.2020, Pts - 14:17

PJAK: Di êrîşa Tirkiyê de 7 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJKA) îro ragihand, roja 7ê Tebaxa 2020 di êrîşeke Tirkiyê de li sînorê Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, 7 gerîlayên wan û du kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

YRKê di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Tirkiyê li dijî wan zêde bûne û tekez kir, ew li hember wan êrîşan bêdeng nabin û dê bersiv bidin.

Di daxuyaniya xwe de YRK dibêje: “Di nava çend rojên bihorî de dewleta Tirk du caran bi rêya balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek û balafirên şer ve êrîşên hewayî li ser gundên girêdayî qeza Maweta ya navçeya Şarbajêr pêkaniye. Êrîşa yekem roja 4’ê Tebaxê li ser gundê Gelale ya herêma Asosê pêkhatiye. Di encama wê êrîşê de agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye û beşek ji zewiyên gund di nava agir de şewtiye. Di wê êrîşê de tu ziyanek bi hêzên me negihiştiye. Her wiha 7’ê mehê jî dewleta Tirk a dagirker nêzîkê çiyayê Balûse ya ser sînorê herêma Şarbajêr bomenaran dike. Di wê êrîşê de yekîneyek ji hevalên me ku li ser erkê xwe bûn dibine armanca êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst û dagirker. Di encama wê êrîşê de 7 hevalên me û du ciwanên welatparêz yên Başûrê Kurdistanê şehîd dibin. Em ê di demekî kurt de nasnameya hevalên xwe yê şehîd ragihînin.”


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 816 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:14:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x