PJAK: Ji bo demokratkirina Îranê gelek şervanan Kurd cane xwe feda kirine

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di 14emîn salvegera damezirandina xwe de daxuyaniyek belav kir û ragihan, armanca partiya wan çêkirina “neteweyeke demokratîk” e ku bi hemû awayî hizra “dewlet-netewe” di serê wan de tune be.

05.04.2017, Çar - 11:12

PJAK: Ji bo demokratkirina Îranê gelek şervanan Kurd cane xwe feda kirine
Nuçe Belav bike

PJAKê bi boneya rojbûna Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û 14emîn salvegera damezrandina PJAKê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

“Apo jin ji nûve afirand”

PJAKê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşar kir: “Apo di dîroka têkoşîna gelê Kurd de bû vejîna jiyan û rêbaza têkoşînê. Herwiha di ronahiya vê felsefê de gelê Kurd bi taybet jina Kurd hat perwerdekirin û hişyar kirin. Bi perwerde kirinê re xwe rêxistin kirin û bi vê zanabûnê xwedî li nasname û hebûna xwe derket. Rêber Apo jin ji nûve afirand û ji bo li xwebuna xwe xwedî derkeve ku bikare xwe ji pencê pergala desthilatdariyê rizgar bike.”

PJAKê herwiha diyar kir ku roja 4ê Nîsanê di heman demê de roja damezrandina partiya wane û wiha dewam kir:

“Li Rojhilat’ê Kurdistan’ê PJAK di ronahiya fikir û felsefeya Rêber APO xwe li ser hîmê daxwazên gelê Kurd yê azadiyê rêxistin kir. Îro PJAK, ji bo pirsgirêkên li Îranê hene û ji bo azadiya gelê Kurd û biratiya gelan li Îran’ê xwe rêxistin kiriye û ji bo bi rêya siyaseta demokratîk çareseriyê mîsoger bike, her dem xwedî hewldane û di vê rêbazê de bi israr bûye.”

“Bi sedan şervanan cane xwe feda kirin”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ev 14 sal e PJAK li ser hîmê hişmendiya `Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin` ji bo çareseriyek mayîn de, çareserkirina pirsgirêk û demokratîzekirina Îranê xwedî rêbazên têkoşînê yê dewlemend bûye. Di oxira vê têkoşîna azadiyê de bi sedan şervanên azadiyê canê xwe feda kirin û deskeftiyên mezin bi dest xistine. PJAK Ji bo avakirina pergala netewa demokratîk û bi hevre jiyan kirina gelan xwedî hişmendiyek demokratîk e.

“Çareserî demokratbûna Îranê ye”

Sedema qeyranên siyasî, civakî û rêveberiyê yên li Îranê PJAK wekî rejîma statûkoparêz nîşan dide û dibêje: “Ji bo vê kelemê rake û pêşiya wan êrîş û teqînên hirdirîn bigre rêya vê demokratîzekirina pergala heyî û radestkirina mafê gelên li Îranê ku ji mafên xwe yên rewa bê maf mayîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x