Polîsan 2 zarokên Kurd kuştin

Li parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê du zarokên 9 û 13 salî ji aliyê polîsên Îranê ve di encama reşandina guleyan de canê xwe ji dest dan, polîsan dê û bavên wan zarokan jî desteser kirin.

02.08.2022, Sal - 06:27

Polîsan 2 zarokên Kurd kuştin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku duh Yekşemê danê êvarê polîsên Îranê li ser rêya Loristan-Xuremawa ya Rojhilatê Kurdistanê gule li otomobîleke ku sivîl tê de bûn reşandin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, di otomobîla ku polîsên Îranê gule lê reşandin de Rehman Reşîdîmenîş ê ji gundê Qulquley a Merîwanê, hevjîn û du zarokên xwe hebûn.

Hat diyarkirin ku di bûyerê de 2 kurên malbata Reşîdîmenîş ên 9 û 13 salî canê xwe ji dest dan û polîsan piştre Rehman Reşîdîmenîş û hevjîna wî desteser kirine.

Heta niha sedema bûyerê nayê zanîn, ji Rêveberiya Polîsên Loristanê jî ti daxuyaniyek nehatiye dayîn

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 598 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x