Polîsên Îranê li goristana Ciwanro êrişî beşdariyên bîranînê kirin

Xwepêşandanên Jîna Emînî li Îranê berdewam dikin. Li navçeya Ciwanro ya Rojahilatê Kurdistanê, bi sedan polîsan gule li xwepêşanderên Kurd ên ji bo bîranînê li goristanê kom bibûn, reşandin. Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn.

31.12.2022, Cts - 12:34

Polîsên Îranê li goristana Ciwanro êrişî beşdariyên bîranînê kirin
Nuçe Belav bike

Xelkê navçeya Ciwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, îro Şemiyê ji bo merasîma çileya 7 kesên di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dabûn, xwestib biçin ser goristanê, lê hêzên ewlehiyê rê li wan girt. Ev yek bû sedema nerazîbûna xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê jî êrişî wan kirin û gaza rondikrêj bikar anîn.

Piştî ku hêzên ewlehiyê rê nedan xelk serdana gorên kesên hatine kuştin bikin, xelkê bajêr dest bi xwepêşandanê kirin û li dijî rejîma Îranê dirûşm berz kirin.

Çavkaniyên herêmî gotin ku hejmareke xwepêşander birîndar bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî ragihand ku di encama êrişa hêzên Îranî de herî kêm 8 xwepêşandar birîndar bûne.

Di rojên derbasbûyî de, hikûmetê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê li bajarê Ciwanro bicih kiribûn û li gor zanyariyên xwecihî, hêzên taybet ji Kirmaşanê bo wî bajarî hatibûn şandin.

Roja 20ê Mijdara 2022yan di xwepêşandanên bajarê Ciwanroyê de Îrfan Kakayî û Behaddîn Weysî hatinbûn kuştin û roja din piştî merasîma cenazeyên wan her du welatiyan xwepêşandan derketin. Di wan bûyeran de Tehsîn Mîrî, Cewher Fetahî, Mesûd Teymûrî, Îsmaîl Gulenber û Cemal Ezemî bi teqeya hêzên emnî canê xwe ji dest dabûn.

Di heyama 40 rojên derbasbûyî de, rewşa ewlehiyê li Ciwanroyê serdest bûye û hemû tevgera xelkê di deriyên bajêr re hatiye kontrolkirin. Ev yek jî bû sedema nerazîbûna nûnerên Ciwanro û Hewramê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x