, Sekreterê Gişti a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Sadiq Şerefkendî (Dr. Saîd) ligel du hevrêyen xwe Fettah Abdulî û Humayun Erdelan ve, li Berlînê, ji aliyê terorîstên ser bi Rejima Cumhuriyeta İslamiya Îranê ve hate şehîd kirinê.
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî bi bîr anî. Daxuyaniya PSKê wiha ye:
30 sal berê niha, Sekreterê Gişti a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Sadiq Şerefkendî (Dr. Saîd) ligel du hevrêyen xwe Fettah Abdulî û Humayun Erdelan ve, li Berlînê, ji aliyê terorîstên ser bi Rejima Cumhuriyeta İslamiya Îranê ve hate şehîd kirinê.
Herwekî biryara Dadigeha Berlinê jî destnişan kiriye, berpirsê şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî rejima Cumhuriyeta Îranê ye û terora hersê tekoşerên Kurd ji aliyê dezgeyên fermiya vê rejimê ve hatiye amade kirinê.
Xeyala rejima Îranê ev bû ku bi şehîd kirina serok û rêberên tevgera Kurd li Kurdistana Îranê wekî Simkoyê Şîkak, Qasimlo û Şerefkendî, dikare pêşiya xebata azadixwaziya gelê Kurdistana Rojhilatê bigre.
Lê belê, weki roj eyan e, xebata kadr û pêşmergeyên HDKÎ û hevsengerên şehidan hemu xevn û xeyalên dewleta dagirker a Îranê pûç kirin û nehiştin, ku rejima Cumhuriyeta İranê bigihije armancê xwe yê kirêt û alayê xebatê şehîdan bilind ragirtin û radigrin.
Em carekî dinê teror kirina Dr. Saîd û hevalên wi mehkum, rejima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ku plangerî vê terorê bû, rûreş dikin.
Em piştrast in, ku hevsenger û şagirdên Dr. Saîd, rêvingên rêbaza Pêşava ku, çend roj berê bi hevgirtinê xwe ve mizginiya serketinê dane, çol nakin.
Carekî dinê li ber hizura Dr. Şerefkendî û hizura hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.
17ê Îlon 2022
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan