Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, tîmeke pêşmerge û endamên rêxistina nehênî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê ketine kemîna Pasdarn û di encamê de 3 pêşmergeyan şehîd bûne.
Roja Înê 23-06-2017, Supaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li Sineyê li gel komeke çekdar ketine pevçûnê û di encamê de 3 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî bi birîndarî hatine girtin.
Serkirdetiya Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê ev pevçûn pitrast kir û eşkere kir, ku pêşmergeyên wan ketine kemîna pasdaran.
Di daxuyaniyê de tê gotin, pêşmergeyên bi navê Sebah Huseyîn Penahî, Hamîd Seyf Penahî û Behzad Nûrî piştî şereke giran şehîd ketine.
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê di daxuyaniyê de ti amajeyeke desteserkirina endam û pêşmergeyên xwe nake.
Di daaxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku di dema şer de gelek pasdarên Îranê jî hatine kuştin.
Piştî 25 salan, Komeleya Şoreşger û Zehmetkêş a Kurdistana Îranê, roja 19ê Hezîrana 2017ê, salvegera bîranîna Roja Pêşmerge, li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê pîroz kir.
Komeleyê di sala 1979ê de xebata eşkere ragihand û di sala 2012ê de bû hevpeymanê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î).
Di bahara sala 2015ê de her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê dest bi xebata çekdarî ya çiyayan kir. Pêşmergeyên van partiyan ligel Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistanê, bi dirêjahiya 60 kîlometreyên sînorên Rojhilatê Kurdistanê bicîh bûne.