Îranê 10 sal ceza li 2 mamosteyên Kurdî birî

Dadgeha Şoreşê ya Sîneyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku wan 10 sal cezayê girtîgehê li 2 mamosteyên endamên Meclîsa Çandî û Civakê ya Nojînê birîne.

28.10.2023, Cts - 09:46

Îranê 10 sal ceza li 2 mamosteyên Kurdî birî
Nuçe Belav bike

Dadgeha Şoreşê ya Sîneyê bi hincetên “têkdana nîzama giştî”, “Li hemberî îqtidarê avakirina koman” 10 sal ceza li mamosteyên Kurdî Sîrwa Pur Mihemed û Îdrîs Minberî birî.

Îdrîs Minberî têkildarî cezayê girtîgehê daxuyanî da û got:

“Ez bi hinceta hilgirtina ala Kurdistanê, parastina feraseta pirneteweyî, xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî û tevlîbûna merasîma cenazeyê wê tême cezakirin.”

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê jî ragehand ku Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 mamostayên Kurd biriye.

Dadgeha Îranê par jî 10 sal cezayê girtîgehê li endama Meclîsa Çandî û Civakê ya Nojînê Zara Mihdmedî birîbû lê Zara salek di girtîgehê de mabû û piştre hatibû berdan.

Meclîsa Civaka Çandî ya Nojînê ku bi armanca belavkirina perwerdeya Kurdî li navçe û gundên bajarê Sîneyê hatiye avakirin, cara yekem di sala 2010an de dest bi xebatên xwe kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x