Îranê girtiyekî kurd îdam kir

Rejima Îranê îro berê sibehê li bajarê Makuyê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî (36) îdam kir.

07.02.2017, Sal - 07:02

Îranê girtiyekî kurd îdam kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa Basnewsê îro berê sibehê, girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî (36) ku bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatibû girtin, li girtîgeha bajarê Makûyê hat îdamkirin. Li gorî zanyariyan, ew girtiyê kurd 6 sal berê hatibû girtin û fermana îdama wî hatibû dayîn.

Bajarê Makû girêdayî eyaleta Urmiyê ya Îranê ye û dikeve ser sînorên Tirkiye, Azerbaycan, Ermenistanê. Li gorî amar û agahiyên dezgehên mafên mirov, ji destpêka sala 2017an û vir ve, herî kêm 15 girtiyên kurd ji terefê rejima Îranê ve hatine îdamkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x