Îranê girtiyekî kurd ê din bidarve kir

Li Îranê li girtîgeha bajarê Bender Ebbasê kurdek ji aliyê rêveberiya Komara Îslamî ya îranê ve hat bidarvekirin.

29.12.2016, Per - 19:51

Îranê girtiyekî kurd ê din bidarve kir
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di 27ê Berfanbara 2016a de sibeha roja sêşemê li Îranê li girtîgeha bajarê Bender Ebbasê kurdekî bi navê Xalid Cewherî ji aliyê rêveberiya Komara Îslamî ya îranê ve hat bidarvekirin.

Hat ragihandin ku welatiyê kurd Cewherî di 6ê Mijdara 2012an de 4 kîlomitroyan derveyî bajarê Bender Ebbasê ji aliyê hêzên bi îdiaya ku êrîşê kargehekê kiriye hat girtin û dadgeha Bender Ebbas di 17ê Tebaxa 2013an li wî kurdî cezaya bidarvekirinê birî. Komeleyê da zanîn ku bidarvekirina vî girtiyê kurd heta niha jî ji aliyê saziyên fermî yên Îranê ve nehatiye daxuyandin.

Girtiyekî siyasî yê Kurd lêvên xwe dirûtin

Girtiyekî siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, ku 22 roj in greva xwarinê girtiye, ji bo bidawîanîna greva xwe, daxwaza hewarçûnê ji navendên navneteweyî dike.

Li gor malpera Mafê Mirovan, Hengaw Se'îd Şêrzad, zîndaniyekî siyasî yê Kurd e û xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji bo derbirîna narazîbûna xwe li hember rewşa zîndaniyên siyasî yên li girtîxaneya Recayî ya bajêrê Kerec, lêvên xwe dirûtine û ji heyama 22 rojan e di girtîxaneyê de greva xwarinê girtiye, niha jî rewşa tenduristiya wî xirab e.

Wî zîndaniyê siyasî ragihandiye, heger dengê zîndaniyên siyasî yên li girtîxaneya Recayî bigihe guhên navendên navneteweyî, dê greva xwe bişkîne. Herwiha daxwaza hewarçûnê jî ji navendên cîhanî yên Mafên Mirovan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x