Îran: Li Kurdistan'a Rojhilat 3 leşkerên Pasdaran mir

Li Herêma Şaho'yê ku di girêdayî Kurdistan'a Rojhilat jiber şaşîtî gule reşandina leşkeran li hember wesayîtekî leşkerî 3 pasdar mir.

10.08.2017, Per - 09:48

Îran: Li Kurdistan'a Rojhilat 3 leşkerên Pasdaran mir
Nuçe Belav bike

Li gorî Basnews'êDuh li bintara çiyayê Şaho li nêzîkî bajarokê Kamyaran li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, sê pasdarên Îranê di nav otomobîlekê de kuştî hatibûn dîtin.

Li ser wê bûyerê, kesekî ji gundê Tengîwerê yê Kamyaranê, ku ji ber sebebên ewlehiyê nexwast navê wî were ragihandin, ji BasNewsê re got, çend roj berê li vê deverê şerekî giran derketibû, pasdaran her der didan ber topan, agir bi çol û daristanê ketibû, ew sê pasdar jî di encama wê toparanê de hatibûn kuştin.

Wî welatiyê Rojhilatî da zanîn ku cenazeyên wan pasdaran ji aliyê komek jîngehparêzên ku mijûlî vemirandina agir bûn, hatibûn dîtin, pasdarek jî birîndar bibû.

Çend roj berê li nêzîkî bajarokê Kamyaranê, şerekî giran di navbera komek çekdarên nenas û pasdarên Îranê de derketibû, di wê şerî de herî kêm 3 pasdar hatibûn kuştin lê heta niha nayê zanîn ew çekdar kî bûne, ti partiyeka Rojhilatî jî li ser wî şerî daxuyanî nedaye.

Bi vî rengî, di nav çend rojên borî de herî kêm 6 pasdarên Îranê li devera Kamyaranê ya Sine hatine kuştin.

Pêr li derdora bajarên Pîranşar û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê jî şerekî giran di navbera pêşmergeyên Rojhilatî (PDKÎ) û pasdaran de derketibû, di wan şeran de jî herî kêm 2 pasdar hatibûn kuştin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x