Rapor: Di mehekê de 5 kolberan canê xwe ji dest dane

Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê raporek li ser kesên ku di mehên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine girtin û canê xwe ji dest dane belav kir.

23.04.2023, Paz - 09:06

Rapor: Di mehekê de 5 kolberan canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe de dibêje ku ji 21 Adarê heta 21 Nîsanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 14 welatî hatine girtin, welatiyekî cezaya darvekirinê û du yên din jî cezayên girtina heta hetayî wergirtine û 5 kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Li gorî raporê, ew 14 welatiyên ku bi tohmeta çalakiyên siyasî li parêzgeha Sine û Urmiyê û Xoresanê hatine girtin, di nav wan de welatiyekî bi navê Nayîb Eskerî ji aliyê dadgeha Urmiyê ve bi tohmeta dijayetiya dijî olê cezaya darvekirinê bi ser de hatiye sepandin. Her wiha du kesên din jî bi tohmeta bangeşeya li dijî Komara Îslamî ya Îranê cezayê zîndanîkirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Ev rapor behsa wê yekê dike ku jineke bi navê Meryem Silêmanî ji aliyê malbata xwe ve hatiye kuştin, Meryem 28 salî û dayîka 3 zarokan bû, li gundekî ser bi bajarê Xoyê yê parêzgeha Urmiyê bû. Li gorî raporê ew take dosyeya tundûtûjiya malbatî bû ku kesekî tê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê dibêje ku ji 21 Adarê heta 21 Nîsanê 3 welatî bi tohmeta veguhestina kelûpelên qaçax, ji aliyê Supaya Pasdaran û pasewanên sînorî yên Îranê li bajarên Kirmaşan, Bane û Şinoyê teqe li wan hatiye kirin û canê xwe ji dest dane.

2 kolberên xelkê Seqizê jî li sinorê Bane û li Bendava Kêle ya wî bajarî canê xwe ji dest dane, her di vê mehê de du welatiyan li bajarên Bane û Qesra Şîrîn pê li mînan kirine û canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x