Raportorê Taybet ê NY: Kurd li Îranê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in

Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî got ku Kurd di dîrokê de li Îranê hatine tepisandin û heta niha jî mafên wan ên bingehîn li welat tên înkarkirin.

28.10.2022, Cum - 07:50

Raportorê Taybet ê NY: Kurd li Îranê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in
Nuçe Belav bike

Ji ber ku keça Kurd Jîna Emînî di dema binçavkirinê de di encama tundiya polîsan de jiyana xwe ji dest da, li Îran û Rojhilat xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin.

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Cewad Rehman duh di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa peymanerê Rûdawî Mecîd Gilî, behsa zextên li ser Kurdan ên li ÎRanê kir.

Cewad Rehman got “Li ser mijara Kurdistan û meseleya Kurdistanê, wek hûn dizanin gelê Kurd di warê dîrokî û hemdem de ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bê par hatiye hiştin. Û ez dê tenê mînakek bidim we: Jîna navekî kurdî ye, lê ji ber ku dewlet bi tu awayî destûrê nade nasnameya Kurdî û îfadeya Kurdî, di fermiyetê de ev nav nehat bikaranîn. Bi gotineke din, ev mînakeke sade ya zordestiya dewleta Îranê ya li ser gelê Kurd û heta kêmneteweyên din e. Û ji mafê nasnameyê, mafê ziman, mafê temsîliyeta xwe, mafê îfadekirinê dest pê bike, gelê Kurd ji gelek mafan bêpar maye.

Rehman destnîşan kir ku ev yek bi mirina Jîna Emînî re protestoyên dawî gurr kiriye.

Çi bûbû?

Jîna Emînî ya 22 salî, xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve, bi sedema pabendnebûna cil û bergan, hatibû girtin. Piştî ku tenduristiya wê li girtîgehê xirab bû, rakirin nexweşxaneyê û di 16 Îlonê de li wir canê xwe ji dest da. Malbata wê dibêje ku keça wan di dema desteserkirinê de ji ber lêdana polîsan jiyana xwe ji dest daye.

Xwepêşandanên ku piştî merasîma cenazeyê Jîna Emînî di 17ê Îlonê de li bajarê wî Seqizê destpê kirin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûn.

Li gor amarên ku rêxistinên mafên mirovan ragihandine di xwepêşandanan de heta niha zêdetirî 240 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de hêzên ewlehiyê jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:50:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x