Li gorî zanyariyên berdest, rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê qut kir.
Çend roj berê rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê birî. Hinek rayedarên Kurdistanê bi berpirsên Îranê re hevdîtin pêk anîbûn û nerazîbûna xelkê herêmê gihandin wan. Piştî hevdîtinê Îran razî bibû ku hinek av berde.
Berpirsê ava vexwarinê ya devera Pişdar ya Herêma Kurdistanê Zana Osman di axaftina xwe de ragihand ku duhî em pê hesiyan Îranê dîsa ava çemê Zêya Biçûk girtiye. Niha ava me gelekî kêm bûye.
Zana Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev cara duyemîn e Îran ava me digire. Me aliyên pêwendîdar ji vê yekê agahdar kiriye û me daxwaz ji wan kiriye givaşê bixin ser Îranê da ku avê berdin."
Wek tê zanîn Îranê li nêzîkî bajarê Serdeştê bendavek li ser çemê Zêya Biçûk ku derbasî Herêma Kurdistanê dibe çêkiribû û ji ber vê ava derbasî devera Pişderê dibe gelekî kêm bibû.