Rêxistina Mafên Mirov a Îranê: 76 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin

Di xwepêşandanên duh şev de jî alozî çê bûn.

27.09.2022, Sal - 11:17

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê: 76 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê herwiha daye xuyakirin, piştî Mazenderanê, parêzgehên Gîlan û Urmiyê bi pileya duyem û sêyem tên ku li her yek ji wan parêzgehan heta roja 26ê Îlonê 10 kesan canê xwe ji dest dne.

Duh xwepêşandanên nerazîbûna li dijî canjidestdana keça Kurd Jîna (Mehsa) Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê roja xwe ya 10an derbas kir û li hejmarek bajaran xwepêşandan berdewam bûn.

Di xwepêşandanên duh şev de jî alozî çê bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde xwepêşandan li bajarên Sine, Mewrîan, Qurwe, Bokan û Kirmaşanê bûn.

Li Kirmaşanê teqe li xwepêşanderan hate kirin û di navbera xelkê û hêzên emnî de alozî derket.

Li Îranê jî xwepêşandanên berfireh li çend navçeyên cuda li Tehranê, û herweha li bajarên Yezd, Tewrêz û Sawe hebûn.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê derbarê xwepêşandanan de amareke nû belav kiriye û ragihandiye, ji roja destpêka xwepêşandanan ve heta roja 26ê Îlona 2022an herî kêm 76 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane, ku 6 ji wan jin û 4 jî zarok in.

Li gor wê raportê, piraniya kuştiyan ji parêzgeha Mazenderan a li bakurê Îranê ne ku di xwepêşandanên wê parêzgehê de 25 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê herwiha daye xuyakirin, piştî Mazenderanê, parêzgehên Gîlan û Urmiyê bi pileya duyem û sêyem tên ku li her yek ji wan parêzgehan heta roja 26ê Îlonê 10 kesan canê xwe ji dest dne.

Berî du rojan televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku di aloziyên wî welatî de 41 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê 18 kes ji xwepêşanderan canê xwe ji dest dane, lê tê gotin ku hejmara kuştiyan ji wê hejmarl zêdetir e.

Nerazîtî li ser asta navdewletî jî berdewam in, Fransa û Kanada reftara hêzên Îranê li gel xwepêşanderan protesto kirin û Serokwezîrê Kanadayê got, ew dê dorpêçan bi ser Îranê de bisepînin, bi taybetî jî bi ser Polîsê Exlaq ê wî welatî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x