Rojhılat: Di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin

Li Rojhilatê Kurdistanê parêzgeha Sineyê di qezayeke trafîkê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

27.04.2023, Per - 13:01

Rojhılat: Di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin
Nuçe Belav bike

Bûyer îro nîvro li ser rêya herdu qezayên Sewlawa û Kamêranê çêbûye.

Li gor agahiyan, li nêzîkî bendava Zeviya mînîbusek û kamyonek li hev qelibîne û di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberiya Tendirustiyê û Polîsê Trafîkê yên parêzgeha Sineyê heta niha sedema wê qezayê û hejmara qurbaniyan eşkere nekirine, lê şahidên bûyerê dibêjin, 6 kes mirine û herî kêm 3 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, ji kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, 5 kes rêwiyên mînîbusê bûne û kesê din jî şofêrê barhilgirê ye.

Herwiha 3 kes ji qurbaniyan xelkê navçeya Kamêranê û 3 kes jî xelkê Merîwanê ne.

Ji 3 birîndarên bûyerê, du kes birînên wan giran in û rewşa wan a tendirustiyê xirab e, lewra bo nexweşxaneyeke Kirmaşanê hatin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x