Komara Îslamî ya Îranê girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Hemîd Husên Nejad Heyderanlu li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê bi awayekî nehênî û bêyî agadarkirina parêzer û malbata wî îdam kir.
Çavkaniyekê ji malbata Hemîd Husên Nejad ji ajansa Rudawê re got, doh bi şev ji aliyê parêzerê dosyayê ve hatine agadarkirin ku êvara roja yekşemê cezayê darvekirina kurê wan li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hatiye cîbicîkirin.
Roja pêncşema heftiya borî parêzerê Hemîd Husên Nejad Heyderanlu Osman Muzeyen ji Rudawê re ragihand, Şaxa 9an a Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Urmiyeyê agahdarî wan kiriye ku roja înê, 17-04-2025an cezayê darvekirina wî girtiyî dê bê cîbicîkirin.
Parêzer Osman Muzeyyen dibêje, piştî agadariya biryarê wan li Dadgeha Cîbicîkirina Cezayan a Urmiyeyê daxwaza lêborînê û li Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê jî daxwaza lênerîna cezayê kirine lê bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn.
Li gorî agahiyan, Hemîd Husêyn Nejad roja çarşemê ji bo odeya takekesî hatiye veguhastin û roja pêncşemê rê hatiye dayîn ku malbata wî demeke kurt wî bibînin.
Endamekî malbata Husêyn Nejad ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rudawê re got, roja înê ji ber nakokiyên di navbera dozgerê giştî yê Urmiyeyê û Birêveberiya Îtilaatê de cîbicîkirina cezayê darvekirinê bi awayekî demkî hatiye rawestandin, dozgerê giştî yê Urmiyeyê ji berpirsên Îtilaatê re gotibû ku di wê dosyayê de kêmasî hene û nikare îmzeya cîbicîkirinê biryara îdamê bide.
Wê çavkaniyê ji Rudawê re got, êvara roja yekşemê biryara îdamê bêyî rizamendiya dozgerê giştî ji aliyê Îtilaatê ve hatiye cîbicîkirin lê îro parêzerê wan ji cîbicîkirina cezayê hatiye agahdarkirin.
Di heman demê de, malpera nîv-fermî ya Fars şeva duşemê nûçeya darvekirinê piştrast kir û got, "Cezayê darvekirina Hemîd Husên Nejad yek ji sûcdarên sereke yê kuştina 8 endamên parastina sînor hatiye cîbicîkirin.
Husên Nejad piştî derbasbûna pêvajoya yasayî bi tawana beşdarî di teror û kuştinê de bi darvekirinê hatibû cezakirin û di encamê de li ser daxwaz û israrkirina malbatên kuştiyan hate darvekirin."
Hemîd Husên Nejad ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hatiye tawanbarkirin ku di 03-11-2017an de hevkariya gerîlayên PKKyê kiriye di êrîşa ser otomobîleke Hêzên Parastina Sînor ên Îranê li gundekî ser bi bajarê Çaldiran ku bûye sedema kuştina heşt kesên ji hêzên Îranê û li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bi tawana çalakiya dijî ewlehiya Îranê bi darvekirinê hatibû cezakirin.
Dema êriş pêk hat Hemîd li Bakurê Kurdistanê bû
Girtiyê Kurd Hemîd Husên Nejad pênc sal û heft meh piştî wê bûyerê di 13-04-2023an de hatiye desteserkirin û tawan lê hatiye barkirin.
Dêya Hemîd Husên Nejad berê di vîdyoyekê de belav kiriye ku di dema ku ew êrîş pêk hatiye, ew bi Hemîd û zarokên xwe re li Tirkiyeyê bûne û belgeyên pêwîst ên wan hene ku biselimînin wê demê Hemîd ne li Rojhilatê Kurdistanê bûye da ku destê wî di wê êrîşê de hebe.
Hemîd Husên Nejad, 39 salî û bavê sê zarokan e. Xelkê gundê Sîgirkê yê bajarê Çaldiranê ye li bakurê parêzgeha Urmiyeyê.
Li gorî gotina malbata wî, Hemîd Husên Nejad kolber bûye û li sînorê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de kelûpel veguhastiye.