Rojhılatê Kurdıstanê: Guran xwe berda nav bajêr

Sê guran xwe berda nav bajarê Xuremawayê yê parêzegha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê.

19.02.2024, Pts - 07:56

Rojhılatê Kurdıstanê: Guran xwe berda nav bajêr
Nuçe Belav bike

Sê guran xwe berda nav bajarê Xuremawayê yê parêzegha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê.

Ev gur ji birçina daketine nava bajêr û bûne sedema tirsa xelkê.

Li gorî agahiyan, doh berê sibehê sê gur hatine Taxa Hecê ya li bakurê Xuremawayê.

Di vîdeoyên ku di medyaya Îranê de belav bûne de tê dîtin ku gur li taxê li pey tiştekî xwarinê digerin.

Çend rojên borî, li Loristanê berfeke zêde bariyabû.

Tê texmînkirin ku guran ji berfa zêde tiştekî xwarine peyda nekiribe û ew ji nêza daketibin nav bajêr.

Di maweyê çend rojên borî de pêleke xurt a perfê Rojhilatê Kurdistanê dabû ber xwe û rêyên derdora 200 gundî ji ber berfê hatibûn girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x