Rojhilat: Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd hat desteserkirin

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî û 3 çalakvanên Yarsan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li nzêîk bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin.

01.12.2022, Per - 13:33

Rojhilat: Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Komeleya Şêwirmendiya Çalakvanên Sivîl ên Yarsan ragihand, şeva bihorî 7 endamên wan li ser rêya Bêstûnê dema ji bajarê Sehneyê vedigeriyan Kirmaşanê, di xaleke pişkinînê de ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, Siyaweş Heyatî û çalakvanên din ên Yarsan ji bo dîtina komek şopînerên olî yên Yarsan ku ji ber xwepêşandanên wê dawiyê hatibûn desteserkirin û ji girtîgehê hatibûn berdan, çûbûne bajarê Sehneyê.

Hatiye ragihandin ku 3 ji wan kesên desteserkirî piştî 2 saetan serbest hatin berdan, lê Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Hayatî jî di nav de 4 kes hêj desteserkirî ne û nehatine berdan.

Siyaweş Heyatî roja 22ê Îlona 2022an beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê welatiya Kurd Mîno Mecîdî li bajarokê Qesra Şîrîn bibû, û ji ber gotara di merasima veşartina wê jina Kurd de hatibû desteserkirin.

Mîno Mecîdî roja Sêşemê 20ê Îlonê di xwepêşandanên taxa Buhara Nû ya bajarê Şahabad a Kirmaşanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin.

Li gor zanyariyan, ji bilî Siyaweş Heyatî, Seyid Emîn Ebasî, Kakî Ferzad Elmasî û Seyid Sirûş Ebasî jî hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x