Rojhilatê Kurdistanê: Di xwepêşandanan de bi dehan kes bûne qurbanî

Ji ber kuştina keça kurd Jîna Emînî xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê li piraniya bajarên Îran û temamê Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin

22.09.2022, Per - 11:29

Rojhilatê Kurdistanê: Di xwepêşandanan de bi dehan kes bûne qurbanî
Nuçe Belav bike

Ji ber kuştina keça kurd Jîna Emînî xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê li piraniya bajarên Îran û temamê Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin û di 24 demjimêrên borî de ji ber guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê 10 xwepêşanderên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin şehîd kirin û nêzîkî 50 kesên din jî birîndar bûne.

Îro 22.09.2022yê xwepêşanderan li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam kirin û ji ber wê jî di 24 demjimêrên borî de tene li bajarên Şino, Seqiz, Urmiye û Şaabad ên Rojhilatên Kurdistanê 10 xwepêşander hatin kuştin û zêdetir ji 50 xwepêşanderên din jî li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê yên Sine, Bane, Pawe, Diwandere, Mehabad û hwd… birîndar bûn. Herwaha li piraniya bajarên Îranê jî bi taybet li Tehran, Rak û Tewrêzê xwepêşanderan êrîşî bi dehan banke û saziyên hikûmetê kirin û agir berdanê.

Ji aliyê din ve ji ber weşandina xwepêşandanan û veguhestina deng û weşankirina xwepêşandanan hêzên ewlehiya Îranê gelek rojnamevan jî girtine, ku kar ji bo ragehandinên navxweyî yên Îranê re dikirin.

Herwaha li gel berdewam kirina xwepêşandanan li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê ji aliyê saziyên ewlehiya Îranê ve hatine birin û cîhên ku înternet lê heye jî pir giran û kêm kar dike û sansorekî zêde li ser heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x