Rojhilatê Kurdistanê: Îranê ceza da 2 mamosteyên olî

Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 2 mamostayên olî yên navdar bi cezaya girtîgehê û bêparkirina ji mafê melatiyê hatin cezakirin

16.06.2023, Cum - 07:55

Rojhilatê Kurdistanê: Îranê ceza da 2 mamosteyên olî
Nuçe Belav bike

Dadgeha taybet a mamostayên olî yê Hemedanê, 11 sal girtîgeh, 2 sal sirgûnkirina bajarê Erdebîlê û bêparkirina ji mafê melatiyê da Meleyê Mizgefta Çar Yarî Nebî yê Sineyê Luqman Emînî.

Dadgehê her wiha 12 sal girtîgeh, sirgûnkirina ji bo bajarê Bûşehrê û bêparkirina ji mafê melatiyê li melayê gundê Neneley a Sineyê Îbrahîm Kerîmî birî.

Ew her du mamostayên olî roja 30.01.2023an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Sineyê ve bi hinceta nerazîbûna xwe li hember tundûtûjiya dijî xwepêşandaneran anîne ziman hatibûn desteserkirin û piştî demekê bi kefalet hatibûn berdan. Herî dawî roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li bajarê Hemedanê her du mamoste hatin darizandin.

Piştî xwepêşandanên sala borî, zêdetirî 10 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema piştevanîkirina xwepêşandanan hatin girtin, dûrxistin û bêparkirina ji mafê melatiyê hatin cezakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x