Rojhilatê Kurdistanê: Şeva borî 7 xwepêşanderên canê xwe ji dest dan

Şeva derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê 7 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin

19.11.2022, Cts - 10:53

Rojhilatê Kurdistanê: Şeva borî 7 xwepêşanderên canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

4 ji welatiyan di nav xwepêşandanên şeva derbasbûyî de bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dan, 2 welatiyên din ên ku di xwepêşandanên rojên derbasbûyî de birîndar bibûn, canê xwe ji dest dan. Welaiyek jî piştî ji aliyê hêzên Îranê ve hate desteserkirin bi îşkenceyê canê xwe ji dest daye.

Şeva derbasbûyî 2 ciwanên Kurd ên bi navên Şehryar Mihemedî û Şêrko Sultanî di xwepêşandanên Bokanê de, ciwanekî bi navê Kemal Ehmedpûr jî di xwepêşandanên Mihabadê de, ciwanekî bi navê Emîr Ferasetî di xwepêşandanên Pîranşarê de canê xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Mêhrab Rehmanî di xwepêşandanên berî çend rojan ên Mihabadê de birîndar bibû, şeva derbasbûyî di nexweşxaneyeke Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Her wiha Mîlad Merûfî di xwepêşandanên berî du rojan de li Bokanê birîndar bibû, şeva derbasbûyî canê xwe ji dest da.

Di 3 rojên xwepêşandanan de li Rojhilatê Kurdista

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x