Ruhê Komara Kurdistanê di meşa serxwebûna Başurê Kurdistanê de dijî

Ji berîya 71 salan , di 22ê çileya paşîna 1946an de pêşewa Qazî Mihemed, wek Serokkomarê Komara Kurdistanê, li Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê îlan kir. Komara Kurdistanê ya di pêşengtîya Qazî Mihemed de hate damezrandin , ji me re bûyî model û îro jî rêya me rohnî dike .

22.01.2017, Paz - 19:32

Ruhê Komara Kurdistanê di meşa serxwebûna Başurê Kurdistanê de dijî
Nuçe Belav bike

Ji berîya 71 salan , di 22ê çileya paşîna 1946an de pêşewa Qazî Mihemed, wek Serokkomarê Komara Kurdistanê, li Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê îlan kir. Komara Kurdistanê ya di pêşengtîya Qazî Mihemed de hate damezrandin , ji me re bûyî model û îro jî rêya me rohnî dike .

Temenê Komara Kurdistanê ne dirêj bû, piştî 11 mehan hatîye rûxandin. Lê di warên siyasî, îdarî, çandî, çapemenî û dîplomasîyê de karên gelek giring kir. Ew ruhê ku gava pêşewa Qazî Mihemed ala rengîn teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû, îro li çar alîyê Kurdistanêdi di têkoşîna azadîyê de dijî.

Gava Komara Kurdistanê hate îlan kirin, ji her çar perçeyên Kurdistanê jî, nûnerên miletê Kurd li Meydana Çarçirayê bû. Mele Mistafa barzanîyê Nemir , Serokerkanê Komara Kurdistanê bû.

Ew Alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Berzanîyê nemir kirî , li gel sirûda neteweyî Ey Reqîbê , îro jî li Hewlêrê li Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê ba lê dide.

Di meşa azadî û dewletbûna Kurdistanê de, Komara Kurdistanê çirîskek bû.

Ew hişmendîya damezranêrên Komara Kurdistanê îro jî klîda esasî ya serkeftinê ye. Hişmendîya Komara Kurdistanê, li ser stratejîyeke Kurdistanî, hûnandina yekgirtina miletê kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê bû. Hişmendîya damezranêrên Komara Kurdistanê, berdewamîya Rêxistina Azadîyê ya Xalid Begê Cibrî û Xoybûna Îhsan Nûrî Paşa bû. Berdewamîya Şêx Seîd û Seyîd Riza bû.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê qeleyek û bingeheke ku êdî vegera wê tune ye û li gel hemû êş û pirsgirêkên xwe jî, di rêya serxwebûnê de dimeşe. Îro berpirsyarî û wazîfeyeke dîrokî li ser milên hemû alî û partîyên sîyasî yên başûrê Kurdistanê ye. Divê krîza aborî jî, pirsgirêkên sîyasî jî, nebe sebep ku, pêvajoya serxwebûnê bê paşde xistin. Divê bi yekgirtineke xurt, hemû partîyên başûr , li gel Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî nexşerêya serxwebûnê zelal bikin. Hemû kurdên cîhanê li benda vê mizgînîyê ne.Û divê hemû kurdên cîhanê bi can û dil piştgirîya serxwebûna başûrê Kurdistanê bigirin.

Li Rojavayê Kuridstanê jî, li himberî hemû stratejî û planên dewletên herêmê û yên cîhanê, divê zûtirin dem TEVDEM û ENKS li gel hemû partîyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Mitabaqata Dihokê pêk bînin û îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî damezrînin.Yekgirtina li Rojavayê Kurdistanê dê jibo gelê meyê vî perçeyî rêya statuyeke sîyasî veke û dê rêya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî xurtir bike.

Nevîyên Qazî Mihemed jî bi tifaq û yekgirtineke netewî demokratîk, rêya azadîya Kurdistanê geştir bikin.

Li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê bi şer, bi şerê çekdarî û teqînan, bi Rewşa Awarte ,bi vê Destura heyî û bi Sîstema Serokatiya ku dê rejîma otoriiter xurtir bike tu pirsgirêk çareser nabin. Divê demildest şer raweste û Rewşa Awarte ji holê rabe.Divê hemû partîyên kurdan li gel garantorên navnetewî bibin mixatabê Dewleta Tirkîyê û divê pêvajoyeke ku çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bide ber xwe dest pê bibe.

Li bakurê Kurdistanê jî li ser prensîbên Kurdistanî, hevkarî û tifaqên netewî pêwîstîyeke esasî ye.

Koordînasyon û alîkarî û piştgirîya di navbera her çar perçeyên Kurdistanê jî , parastina hemû destkeftinên li her perçeyekî Kurdistanê jî, wazîfeyeke me ya netewî ye.Divê hemû partîyên Kurdan rêzê li hevdu bigirin û hemahengîya xwe xurt bikin.

Di 71 salîya damezrandina Komara Kurdistanê de bi hêvî û bawerîya ku emê li welatekî azad de bijîn; em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû rêveber, avakar, xebatkar û têkoşerên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi giramî bibîr tînin. 22.01.2017

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

→ Di medya civakî de parveke

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x