Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 29 jin ji aliyê malbatên xwe ve hatine kuştin

Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 29 jin ji aliyê malbatên xwe ve hatine kuştin û 89 jin jî ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin.

25.11.2023, Cts - 06:48

Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 29 jin ji aliyê malbatên xwe ve hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Hangawê Erselan Yarehmedî îro ji ajansa Rûdawê re ragihand, li Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka îsal ve heta niha 181 haletên kuştin, xwekuştin, girtin û tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin.

Erselan Yarehmedî got, “29 jin ji aliyê malbatên xwe ve ji ber hincetên cuda hatine kuştin.

13 ji wan ji ber sedemên namûsê û 16ên din jî ji ber sedemên cuda yên wekî pirsgirêkên malbatî û civakî bûn.”

Girtina jinan

Li gorî amarên ku Rêxistina Mafê Mirovan Hangawê ji Rûdawê re ragihand, Li Rojhilatê Kurdistanê îsal 89 jin bi sedema çalakiyên siyasî, sivîl û çandî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Ji wan 89 jinan 19 jina hatine darizandin û cezayê di navbera 3 meh heta 10 salan li wan hatiye birîn.

Di nav jinên ku hatine cezakirin de bi hinceta beşdarî xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî bûye cezayê darvekirinê li jineke bi navê Nesîm Nemazî hatiye birîn.

Herwiha li jineke bi navê Perya Kerîm Ednanî jî cezayê qamçîkirinê hetiye birîn.

Xwekuştina jinan

Li gorî Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Hangawê, îsal li Rojhilatê Kurdistanê 58 bûyerên xwekuştina jinan hatine tomarkirin ku nêzîkî ji sedî 50 ji wan temenên wan di bin 18 salî de bûne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x