Şandeke bazirganî ya Iraqê serdana Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kir

Şandeke barizganî ya parêzgeha Diyale ya Iraqê bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganî ya Diyaleyê Ebdullselam Temîmî serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye û şevê din bi berpisên parêzgeha Sine re civiyaye.

29.08.2022, Pts - 10:47

Şandeke bazirganî ya Iraqê serdana Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Giraniya behsên wê civînê, weberhênana kompaniyên Îranê li Herêma Kurdistan û Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên bazirganan di deriyên sînorî de bûye.

Berpirsên parêzgeha Sineyê ragihandine ku li Herêma Kurdistganê hinek asteng li pêşiya weberhênana Îranê hene û eger ew astengî nemînin, ew dixwazin ku li herêmê çalak bin.

Di civînê de, Serokê Odeya Bazirganî ya Sineyê Seyid Kemal Hisênî, Rêveberê Giştî yê Pîşesazî û Bazirganiya Sine Bextiyar Xelîqî, Cêgirê Parêzgarê Sine bo karûbarên Aborî Hamid Qadirzade beşdar bûn.

Şanda parêzgeha Sineyê di hevdîtinê de amaje bi hebûna deriyên sînorî yên Başmax û Seyranben û 3 bazarçeyên aborî kirin û ragihandin, hebûna wan deriyan û bazarçeyan derfeteke baş in bo weberhênan û çalakiya aborî li gel Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Pîşesaziya Parêzgeha Sineyê jî ragihand, eger Herêma Kurdistanê bixwaze weberhênanê li Îranê bike, dê pirsgirêkên wan ên li deriyên sînorî yên parêzgeha Sine û Kirmaşanê bên çareserkirin.

Serokê Şanda Parêzgeha Diyaleyê Ebdulselam Temîmî jî diyar kir, “di şanda me hem bazirgan û hem hilberîner hene ku em hêvî dikin bikarin bi bazirgan û hilberînerên Îranî re hevkariyeke hevbeş destpê bikin.”

Temîmî got, Hilberînerên Iraqî hem di aliyê darayî de û hem di warê pîşesazî û bazirganî de amade ne bi hilberînerên Kurdistanî yên parêzgeha Sineyê re hevkariyê bikin.

Ebdulselam Temîmî ragihand, hin kelûpelên xwarinê yên Îranî bi taybetî yên berhemên şîr, dema zêde li gumrikan dimînin, xerab dibin, lewra divê Îran pirsgirêka gumrikê çareser bike daku berhem zêde li deriyên sînorî neyên ragirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x