Şandeke ENKSê û General Mazlûm Kobanî civiyan

Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re civiya.

11.11.2019, Pts - 05:43

Şandeke ENKSê û General Mazlûm Kobanî civiyan
Nuçe Belav bike

Şandeke Konseya Serokatiya ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî re hevdîtin pêk aniye.

Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Tahir Hesaf ji Rûdawê re ragihand, ku civîna wan bi Mazlûm Kobanî re erênî bûye û têde li ser helwên nêzîkkirin û lihevkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê axivîne.

Hesaf ji Rûdawê re got, ku serokayetiya ENKSê têbîniyên xwe pêşkêşî Mazlûm Kobanî kirin ji bo ku PYD, Rêveberiya Xweser û ENKS lihev bikin.

Berî çend rojan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû, ji ber rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê, ew bi berdewamî ligel General Mezlûm Kobanî di pêwnediyê de ye û çend caran bi hev re civiyane û ji PYD û ENKS xwestibû ku lihev bikin.

Duh jî Serokwezîrê Kurdistanê Mesûr Barzanî di serdana xwe ya bo kampa Berdereş a koçberên Rojavayê Kurdistanê soz dabû koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ew dê hewl bidin çaresereke siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibînin.

Heta niha ti hûrgiliyên zêdetir derbarê civîna îro ya navbera şanda pilebilind a ENKSê û Fermandarê Giştî yê HSDê de nehatiye zanîn.

Têkildarî vê hevdîtinê, ne HSDê û ne jî General Mazlûm Kobanî ti daxuyanî yan zelalkirinek nedane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1092 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:14:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x