Şaredarê Merîwanê û hejmarek rêveberên şaredariyê hatin desteserkirin

Serokê Şaredariya Merîwanê Irfan Qasimî û hejmarek rêveberên şaredariya wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta "gendeliyê" hatin desteserkirin.

31.05.2023, Çar - 07:47

Şaredarê Merîwanê û hejmarek rêveberên şaredariyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Desthilata Dadê ya parêzgeha Sineyê, Hisên Hisênî di dauxyaniyekê de ragihandiye, hêzên ewlehiyê û hêzên Îtîlaatê bi biryara berpirsên dadweriyê roja Sêşemê 30ê Gulana 2023an Serokê Şaredariya Merîwanê û hejmarek rêveberên şaredariyê desteser kirine.

Hisên Hisênî ji ajansa fermî ya dewletî IRNAyê re daye xuyakirin, ku ew berpirsên şaredariya Merîwanê bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin.

Hisênî diyar kiriye, li gor lêkolînên ku hatine kirin, wan kesan li beramber wergirtina pere û bertîlan, bi awayekî deryasayî rê dane ku li nav bajêr û hin taxên bajêr û bê merc û rêkarên pêwîst avahî bên avakirin.

Serokê Desthilata Dadê ya parêzgeha Sineyê herwiha gotiye, berpirsên ku hatine desteserkirin, herwiha bi awayekî neqanûnî rê dane ku hin zeviyên çandiniyê yên li qerax bajêr ji bo projeyên nîştecîbûnê bên bikaranîn.

Bi gotina Serokê Desthilata Dadê ya Sineyê, Serokê Şaredariya Merîwanê û berpirsên din ên ku hatine desteserkirin, çend binpêkirin û kiryarên neyasayî yên din kirine û piştî bidawîhatina lêkolînan dê dosyeyên wan ji dadgehê re bên şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x