Sê ciwan di bendaveke Kirmaşanê de xeniqîn

Di Bendava Zagrosê ya parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê de 3 ciwanên xelkê bajarê Giyelan ser parêzgeha Kirmaşanê ketin nav avê û canê xwe ji dest dan. Qeymeqamê Giyelan jî dibêje, ew ciwan çûne nêzîkê deriyê bendavê û nikarîne derkevin.

27.08.2022, Cts - 10:10

Sê ciwan di bendaveke Kirmaşanê de xeniqîn
Nuçe Belav bike

Roja Înê piştî nîvro 28ê Tebaxa 2022ê 3 ciwanên xelkê bajarê Giyelan ser bi parêzgeha Kirmaşanê bo derbaskirina demeke xweş çûne Bendava Zagrosê, lê çûne cihekî metirsîdar ê bendavê û ew jî bûye sedem ku bixeniqin.

Li gor Qeymeqamê Giyelanê Wehîd Mihemmedî, ew ciwan çûne wî cihê av jê derdikeve û hêza avê ew hersê ciwan li deriyê bendavê dane û derfet nedaye wan ku derkevin û bi wî awayî jî canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Kirmaşanê Xulamreza Şehbazî roja Înê daxwaz ji xelkê parêzgehê û geştyaran kir ku li wan cihên kûr û metirsîdar melevaniyê nekin. Bi gotina Xulamreza, temenê wan hersê ciwanan di navbera 30 – 36 salan de ye û baş melevanî nediza

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x