Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê: Em piştevaniyê li greva xelkê Rojhilatê Kurdistanê dikin

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê peyamek derbarê greva giştî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê de belav kir û piştevaniya xwe ji bo greva giştî ya seranserî li Rojhilatê Kurdistanê nîşan da.

19.09.2022, Pts - 08:27

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê: Em piştevaniyê li greva xelkê Rojhilatê Kurdistanê dikin
Nuçe Belav bike

Derbarê greva xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê ya dijî îşkence û reftarên hêzên ewlehiya Îranê, ku bû sedemê can ji dest dana Jîna Emînî û bi bahaneya ku xwedê girawî lêçeka wê ne li gor zagonên wî welatî ye, îro 19.09.2022yê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê peyamek belav kir û ragehand: ‘’Wekî ku em hemû agahdarin di beşeke niştimanê me yê berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hatiye ragehandin û dukan û bazar hatine daxistin. Ev grev ji ber kuştina ciwaneka niştimanê me ya bi navê Jîna Emînî pêktê, ku berî çend rojan ji aliyê polîsê exlaq ê Tehranê ve bi lêdan û îşkencê hate kuştin.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Em wek Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê baskê Hewlêrê, piştevaniya xwe ji bo greva seranserî ya Rojhilatê Kurdistanê radigehînin û ji ber wê jî sexweşiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û malbata Şehîd Jîna Emînî re radigehînin û hevbeşê xemên we ne

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:36:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x