Serokkomarê Îranê serdana Urmiyê kir

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Înê 24ê Sibatê bi serdanekê gihîşt parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê.

24.02.2023, Cum - 11:17

Serokkomarê Îranê serdana Urmiyê kir
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Îranê li Firokexaneya Navdewletî ya Urmiyê ji aliyê Parêzgarê Urmiyê Mihemedsadiq Mutemidiyan û Nûnerê Elî Xaminêyî Rêberê Îranê yê li Urmiyê Seyid Mehdî Qureyşî û hejmarek parlamenterên parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Îbrahîm Reîsî ji bo vekirina projeya tunela Kanî Sêw a ji bo veguhastina ava Bendava Kanî Sêw bo nav Gola Urmiyê serdana Urmiyê kiriye.

Di vê serdanê de, Wezîrê Enerjiyê Elî Ekber Mihrabiyan û hejmarek berpirsên taybet bi projeyên vejandina Gola Urmiyê bi Serokkomarê Îranê re ne.

Reîsî piştî merasima pêşwaziyê ya li Urmiyê, bi helîkopterê ber bi navçeya Nexedeyê ve birêket, daku li wê derê projeya veguhastina avê bo Gola Urmiyê bi fermî veke.

Berpirsên hikûmeta Îranê dibêjin, bi vekirina wê projeyê dê 300 milyon metrekûp av ji pişt Bendava Kanî Sêw a Pîranşarê derbasî nav Gola Urmiyê bibe.

Hikûmeta Îranê dibêje, ji bo wê projeyê 36 kîlometre tunel û 11 kîlometre kanalîzasyon hatiye çêkirin, herwiha 3500 milyar tûmen ku dike nêzîkî 70 milyon dolar hatiye xerckirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x