Sine: Gelek dukan bi hinceta hîcabê hatin girtin

Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta pabendnebûna bi “hîcabê” gelek dukanên pirtûkfiroş, ciwankarî û xwaringehan hatin girtin.

16.04.2024, Sal - 20:02

Sine: Gelek dukan bi hinceta hîcabê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Polîsên Parêzgehên Îranê ragihandibû ku ji roja 13ê Nîsanê ve dê li cihên giştî careke din dest bi sepandina yasaya hîcabê bikin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi hinceta ew kesên diçin serdana wan dikanan pabendî yasaya “hîcabê” nebûne gelek dukan girtin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê jî ragihand, li Sineyê polîsan, bi hinceta pêbendnebûn bi hîcabê, herî kêm 20 dukan girtine.

Pirtûkfiroşiya Jîrayê jî hat girtin

Îro lêkolîner û çalakvana mafên jinan û xwediya dikana bi nave “Jîra” Muderis Gurciyê diyar kir ku dikana wê hinceta pabendnebûna bi “hîcabê” hatiye girtin.

Muderis Gurciyê got, “Polîsê çavdêriyê serdana cihên giştî yê Emakên kir û biryara girtina çend dikanên ciwankariyê, xwaringeh, kafe û pirtûkfitroşan daye.

Pirtûkfiroşiya Jîra jî bi wê biryarê hat girtin.”

Pirtûkfiroşiya “Jîra” Ji aliyê Muderis Gurciyê ve li bajarê Sineyê li sala 2017an hatiye vekirin.

Li pirtûkfiroşiya Jîrayê pirtûkên Soranî û Farsî tên firotin û çalakiyên edebiyatê tên lidarxistin.

Xwepêşandanên Şoreşa Jîna Emîniyê

Polîsê Îrşadê yên Îranê, 13ê Îlona 2022yan li Tehranê bi hinceta pabendî yasaya hîcabê nebûye şkence li keça Kurd Jîna Emîniyê kiribû.

Jîna Emînî piştî şkenceyê li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li seranserî bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû ku ji aliyê gelek medyayên cîhanê wekî “Şoreşa Jîna” hatibû binavkirin.

Xwepêşandanên Şoreşa Jîna Emîniyê zêdetirî salekê berdewam kir.

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiya Îranê û xwepêşanderan de derketin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê di xwepêşandanên Şoreşa Jîna Emîniyê de 537 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatin desteserkirin.

Herwiha piştî xwepêşandanên giştî heta astakê jin pabendî biryarên projeya hîcabê nedibûn û sistiyek hatibû kirin.

Projeya pabendbûna hîcabê hîn li Îranê nebûye yasa

Sala borî Parlamentoya Îranê projeyasaya hîcabê pesend kir û biryar da ku heta 3 salan ew projeyasa were bicihkirin.

Li aliyê din Encûmena Parastina Destûra Îranê têbîniyên xwe li ser projeyasaya hîcabê destnîşan kiribûn û ew projeyasa careke din li parlamentoyê vegerandibû.

Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:40:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x